Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 3`ê kesên paye bilind ên Hizbulaha Lubnanê baykot kirin

12:02 - 10 Tîrmeh (Temûz) 2019

Kurdistanmedia: Wezaretxaneya Xezanedarî ya Amerîkayê 3`ê kesên paye bilind ên Hizbulaha Lubnan a terorîst ku pêwendiya wan bi Qasim Silêmanî ve hebûne, xistîye nav rêzbendên baykoyên xwe.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Sêşemî 18`ê Pûşpera 1398`an (9`ê Tîrmeha 2019`an), Wezaretxaneya Xezînedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku, 3`ê kesên payebilind ên Hizbulaha Lubnan a terorîst, ku Du kes ji wan nûnerên Hizbulah a terorîst di meclîsa Lubnanê de ne û pêwendiya wan bi Qasim Silêmanî fermandeyê taya Spaha Qudis a terorîst ve hebûye, xistine nav rêzbendên baykotên xwe.

Ew Sê kesên ku ji aliyê Amerêkayê ve hatine baykotkirin wiha ne: “Emîn Şerî û Mihemed Hesen Re`îd, nûnerên meclîsa Lubnanê ne, û Wefîq Sefa, berpirsê yekeya pêwendî û hevahengiyên Hizbulah a terorîst e.

Wezaretxaneya Xezînedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku, her endameke hikûmetî ên Lubnanê ku, mi`amileyê digel wan Sê kesan bikin emê wan jî ceza bidin.

Herwisa Wezaretxaneya Xezînedarî ya Amerîkayê ragihandiye: Hizbulaha terorîst, ji hêzên xwe di meclîsa Lubnanê de bo destpêragihîştin bi Saziyan re û bo pêştevanîkirin ji kiriyarên terorîstî ve mifahê verdigir e.

Wezaretxaneya Xezînedarî ya Amerîkayê bi berdewamî kes û Saziyên ku, girêdayî Spaha Pasdaran a terorîst û girûpên girêdayî wî Saziya terorîstî ne, dixîne nav rêzbenda baykotên xwe, û herwisa Wezaretxaneya Xezînedarî ya Amerîkayê dabû zanîn jî, ku her welat û kesek digel wan kes û Navendên ku têne baykotkirin mi`amilê bikin yê rastî baykotên me bên.