Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 4 damezraveyên Rûsî û Çînê tehrîm kir

12:24 - 26 Çirriya paşîn 2020

Nûnerê Taybet yê Amerîka li Karûbarên Îranê ragihandiye, ku Amerîka dorpêçên nû li ser 4 damezraveyên “Rûs û Çîn”ê daniye û ew xistine di nav listê dorpêçan de.

Roja Çarşemî 25ê Çirriya Paşîn, Nûnerê Taybet yê Amerîka li Karûbarên Îranê, “Elliott Abrams” ragihand: “Amerîka dorpêçîn nû li ser 4 damezraveyên “Rûsiye û Çîn”ê daniye ku girêdayê bernameya mûşekî ya Îranê ne”; Herwisa ragihand ku di heftiyên bê de, dorpêçên zêdetir li ser bernameya cebilxane, çekên komkuj û mafê mirov li ser Îranê dê bêne cîbicîkirin.

Serkomarê Amerîka, “Donald Trump” di heyamê Serkomariya xwe de, tevî rexnegirtin ji girêbesta “Bercam”ê, ji wê girêbestê derket û siyaseta givaşa “herî zêde” li ser rejîma Îranê cî bi cî dike.

Serkomarê rejîma Îranê, “Hesen Rûhanî” siyaseta “Donald Trump” wekî “dijî mafê mirov û terorîstî” bi nav kir û daxwaz kiriye ku Amerîka qerbûya wan siyasetan di hember Îranê de bike.

Rejîma Îranê tevî dorpêç û givaşên navnetewî, ji siyasetên xwe yên afirankarê fitne û alozîxitin li cîhanê bi taybet li Rojhilata Navîn paşekêşî nekir û tevî hewla perdepoşkirina kiryarên xwe derheq binpêkirina mafê mirov û hewl bona bidestxistina çeka navikî, bi dinyayê re daye selimandin ku rejîma Îranê şiyana guherînê tinîne û teke rêya çareserkirina tev pirsgirêkan, guhrerîna binyatî ya rejîma Îranê ye.