Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 7 tacirên girêdayê Hizbullahê tehrîm kirin

11:53 - 12 Gulan 2021

Amerîkayê bona rêgirî ji destpêregihîştina girûpa Hizbullaha Lubnanê bi aboriya cîhanê, 7 kesên girêdayê Hizbullahê ku wekî tacir bo Hizbullahê kar dikirin û li wî warî de çalak bûne, xistine nav lîstê tehrîman.

Roja Sêşemî 11ê Gulanê, Wezîrê Derve yê Amerîka “Antony Blinken” bi belavkirina daxuyaniyekê li derheq Hizbullaha Lubnanê, ew wekî gefek li dijî Amerîka û hevpeymanên wî welatî li Rojhilata Navîn û cîhanê de binav kir û ji welatên din daxwaz kir ku bona kontrolkirina çalakiyên wê girûpê dest bikar bibin.

Wekî mînak, dewleta Almaniyayê li sala derbasbûyî li dijî Hizbullahê dest bi çalakiyên micid kiribû û tev çalakiyên Hizbullahê di axa xwe de qedexe kir û ew bi girûpeke terorîstî binav kir.

“Antony Blinken” di daxuyaniya xwe de ragihandiye, ku ew kesên girêdayê Hizbullahê ku hatine tehrîmkirin, ji aliyê Hizbullah an saziya “Qerzul Hesene” çalakiyên xwe berdewam dikirin, ew saziya ku wekî perdepoşkirina rola Hizbullahê tê bikaranîn, berê jî li listê dorpêçên Amerîkayê de bûye.

Yek ji wan kesên ku navê wî ketiye nav listê dorpêçan, “Îbrahîn Elî Dahir” e ku serokê Yekeya Aboriya Navendî ya Hizbullahê ye.