
Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê navê 8 kompaniyên pîşeya hesin û polaya Îranê ku pêwendî bi kompaniya polaya “Mubarekê” ya Îsfehanê re hebûye bi tehrîmên xwe zêde kir.
Pêka zaniyariyên ku roja Pêncşemî 25`ê Hezîranê, di malpera Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê de hatine weşandin, Pênc kompanî ku pêwendî bi Polaya Mubarekê ya Îsfehanê re hebûne û Sê kompanî jî di nav Îranê de ku alavên pîşeyiya hesinî difirotin hatine tehrîmkirin.
Pênc kompaniyên ku girêdayê Polaya “Mubarekê” ya Îsfehanê ne bi wî awayî ne: “Kompaniya Pola a Mêtîl” di nav welatê Îranê de, “Kompaniya Tara” di Almaniyayê de, û Sê kompaniyên din jî yên di Îmarataê de yên bi navên, “Pasîfîk, Bêtêr Fiyoçir û Tuka” ne.
Pêka gotina ofîsa kontirol ya Darayiya Derve ya Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, ew kompaniyane salane di firotina dehan milyon dolar berhemên “Polaya Mubarekê” û bidestxistina milyardan dolar dahata berhemên polayîn, alomînyomîm, hesin û sifirê Îran de pişkdar bûne.
Di nav lîsteya tehrîmên Amerîkayê de navê sê kompaniyên di navxweyê Îranê de yên wekî: “Alominyoma Cinûb, Muctemea Cehan a Folada Sîrcan û kompaniya Sengê Ahenê Merkeziya Îranê” hene.
Wan sê kompaniyan di firotina alavên hesinî de çalakî hebûne.
Darayiya wan kompaniyên ku hatine tehrîmkirin, di Amerîkayê de têne zevtkirin û ti hevwelatiyekî Amerîkayê jî mafê danûstandinê digel wan kompaniyan tine.