Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê 92 “domain”ên înternetî yên Spha Pasdaranê reş kir

17:11 - 8 Çirriya pêşîn 2020

Roja Çarşemî, 7ê Çirriya Pêşîn, Wezareta Dad a Amerîkayê, 92 “Domain”ên Înternetî yên girêdayê Spaha Pasdaran a terorîst daxistin, Spaha Pasdaran ew “domîn” bo belavkirina zaniyariyên çewt mifah verdigirt.

Di wê daxuyaniyê de hatiye ku ew “domain”ên înternetî ji aliyê Wezareta Dad a Amerîkayê ve bi sedema belvkirina zaniyariyên çewt di cîhanê de hatine daxistine.

Çar ji wan 92 “domain”an bi awayekî veşartî xwe li asta nûçegihaniyên cihê baweriyê de nasandine ku nûçeyên cihê baweriyê belav dikin.

88 ji wan “domînane” ku Spaha Pasdaran a terorîst mifah jê verdigirtin, berdengên wan welatên Ewropayî, Rojhilata Navîn û başûrê rojhilata Asiyayê bûne.