Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê banka navendî a Îranê tehrîm kir

11:25 - 21 Îlon 2019

Kurdistanmedia: Amerîkayê dorpêçên xwe yên aborî li ser rejîma Îranê zêde kiriye, wê carê jî Banka Navendî ya rejîma Îranê li rêzbendên dorpêçên xwe zêde kir.

Li gorî nûçeyên belavbûyî, roja Înê 29ê Xermanan, serkomarê Amerîkayê "Donald Trump" diyar kir ku wan piştî êrîşên li ser  çavkaniyên neftê yên kompaniya Siûdî Aramco ya Erebistana Siûdî, wan "Banka Navendî" ya Îranê, li rêzbenda tehrîmên xwe zêde kiriye.

Serokomarê Amerîkayê got: “Ev siza, heta niha mezintirîn siza bû, emê karbidestên rejîmê yên paye bilind jî baykot bikin.

Herwisa navbirî got: "Ez dikarim destûrê bidim ku di xulekê de êrêşî ser 15 cihan di Îranê de bikin, ez dikarim wî karê bikim, û hemû tiştek jî amadeye, lê dema ku em naxwazin wî karê bikin, ez naxwazim wî destûrê bidim.

Serkomarê Amerîkayê ew axavtinene di derhqeq kiryara terorîstî a roja Şemiyê 14ê Îlona 2019an ku 2 çavkaniyên vizeya neftê a Kompaniya  Siûdî Aramko,  ya  Erebistana Siûdî, rastî kiryarên terorîstî hatibûn kir.