Bi fermana Serkomarê Amerîkayê, hêza esmanî ya Amerîkayê bi balafirên B-52 binkeyên Taliban di Efxanistanê de bombebaran kirin û gelek xirasên malî û canî bi hêzaên Talibanê xistin.
Roja Şemî 7ê Tebaxê, Balfirên Şer ên Amerîkayê bi fermana Serkomarê Amerîkayê “Joe Biden”binkeyên Taliban li wilayetên “Qendehar, Herat û hêlmend”ê bombebaran kirine û pêka nûçeyên belavbûyî zêdetir ji 200 endamên Talibanê hatine kuştin û zêdetir ji 100 maşînên wan hatine teqandin.
Pêka Nûçeyên belavbûyî, di wan êrîşên esmanî de Amerîkayê balafirên B-52 ku metirsîdartirîn balafira bombhawêj di cîhanê de ye û herwisa balafira cora “Lockheed Spectre” ku metirsîdartirîn tîrbarên esmanî ên cîhanê hene, bikar anîne.
Piştî paşvekêşana hêzên Amerîka ji Efxanistê, hêzên Talibanê dest bi girtina bajar û gundên Efxanistanê kirin û heta niha çendîn bajarên wî welatî di bin kontrola hêzên Talibanê de ne.
Piştî êrîşa hêzên Taliban bo ser bajarên “Zirinc, Şibirxan û Leşkergah”ê di wilayetên Nîmrûz, Corcan û Hêlmendê, balyozxaneya Amerîka li bajarê “Kabol”ê ragihandibû ku ew êrîşên Talibanê bo sepandina desthilata xwe li ser tevahiya Efxanistanê ye û ew bi ti awayekî nayê qebûlkirin; Ew êrîşên esmanî piştî gotinên balyozê Amerîkayê li Kabolê hatine encamdan.