Wezareta Bazirganiya Amerîkayê bi sedema hewla 3 kompaniyên Çinî bo alîkarîdan bi bernameya cebilxane û mûşekiya pêşkevtî ya rejîma Îranê, ew xistine nav listê dorpêçan.
Ofîsa Pîşe û Ewlehiya Wezareta Bazirganiya Amerîkayê, hewla 3 kompaniyên Çînî bi dijî ewlehiya wî welatî û siyaseta derve ya amerîkayê zaniye û ragihand: “Wan kompaniyane hewl dane berhemên Amerîkayê bo alîkarîdan bi bernameya cebilxane û mûşekên pêşkevtî yên Îranê, bo rejîma Îranê bişîn”.
Navê wan kompaniyan ên bi navê “Violet Electronics,Comtel Technology Limited û HSG Electronics” ji aliyê Wezareta Bazirganiya Amerîkayê ve hatine ragihandin.
Herwisa Wezareta Bazirganiya Amerîkayê ragihandiye ku ew welatê îznê bi Çîn û Îranê nade ku alavên teknîkî yên Amerîkayê ku bo alîkarîdan bo mirovahiyê û avedaniyê hatine berhemanîn, bikin bi alavên gefxwarin û alozkirina rewşa ewlehiya cîhanê.
Herwisa Wezareta Bazirganiya Amerîkayê torek a pêkhatî ji 8 kompaniyan bi sedema alîkarîdan bo pîşeya berevaniya Îranê bi rêya şandina berhemên Amerîkayê bo rejîma Îranê li welatên Çîn, Malêzî û Gurcistanê, ew kompanî xistine nav lîstê dorpêçan.