Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê çendîn kes û kompanî xistin nav lîsteya dorpêçan de

13:00 - 7 Tîrmeh (Temûz) 2022

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê navê çendîn kes û kompanî bi sedema dorlêdana dorpêçên Amerîkayê ên li ser Îranê li lîsteya dorpêçan zêde kir.

Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, 2 kesên Îranî yên bi navên“Murteza Recebî Îslamî û Mehdiye Sançolî” û 2 gemiyên neftkêş ên bi navên “BS Bravo” û “Samêr 5” û 13 kompanî li Îran, Îmarat û Hong Kongê bi sedema hebûna pêwendiya digel tora firotina berhemên neft û petrokîmiya Îranê, xistin nav lîsteya dorpêçan de.

Pêka gotina Wezareta Xezînedariya Amerîkayê, ji meha Çiriya Paşîn a sala 2018 an ve, wan kes û kompaniyan bi 100an milyon Dolar neft û berhemên neft û petrokîmiya Îranê firotine.

Her di vê derheqê de “Cihgirê Wezareta Xezînedariya Amerîkayê li karûbarên Terorîzm û Zaniyariyên Malî “Brian Nelson” bi tekezî ragihandiye: “Em ji hemû şiyana xwe bo sepandina dorpêçên pêwendîdar bi firotina neft û petrokîmiya Îranê mifahê verdigrin”.

Di rapora Wezareta Xezînedariya Amerîkayê de hatiye ku tora pêwendiya wan kes û kompaniyên ku bo rêxweşkirina veguhastin û firotina berhemên neft û petrokîmiya rejîma Îranê, bi toreke aloz a binav kompanî, di Kendavê de girêdayî ne.