Beredevkê Wezareta Derve yê Amerîkayê “Ned Price” di peyamekê de daxwaz ji Serkomarê nû yê Îranê “Îbrahîm Reîsî” kir ku bizivire ser masê danûstandinan.
“Ned Price” di civîneke rojnamevaniyê de ragihand: “Peyama me bo Serkomarê nû yê Îranê gelek rohn û sade ye û ew peyam eve ye ku Amerîka berevanî ji ewlehiya xwe û berjevendiyên hevpeymanên xwe dike û em hîvîdarin Îran wê derfetê bo destpêkirina diplomasiyê bikar bîne û Amerîka çavrêyê reftara dewleta nû ya Îranê ye”.
“Îbrahîm Reîsî” gotibû : “Îran piştevaniyê ji terha dîplomatîk bo rakirina dorpêçan dike, di wê derheqê de “Ned Price” daxwaz ji Îranê kir ku bo zindîkirina Bercamê bi lezgînî bizivire ser masê danûstandinên Viyenê.
Herwisa “Ned Price” tekezî kir ku hekî gotinên Îbraîhîm Reîsî li derheq rakirina dorpêçan rast bin, ew hemen tişte ku di danûstandinên Viyenê de li ser gengeşê tê kirin.
Herwisa “Ned Price” tekezîkiriye ku dewleta “Joe Biden” encama lihevkirin di danûstandinan de sînordarkirineke hertimî û cihê ceribandina rastiyan ya bernameya navkiya Îranê dizane.
Rejîma Îranê li destpêka danûstandinên navkî di bajarê Viyenê de bi eşkere dem heder daye û hevdem hewla berhemanîna çeka navkî daye.