Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê dîsan gefa êrîşa leşkerî li Sûriyê xwar

18:19 - 25 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Welatê Amerîkayê derheqê kirîza Sûriyê de, hişdarî da, û got vê carê emê bi awayekî cudatir êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê encam bidin.

Nûçegihaniya “Bloomberg”ê belav kiriye ku “John R. Bolton” Şêvirmendê Ewlehiya Neteweyî a Amerîkayê di civîna  digel “Nikolai Patrushev” hemkûfê xwe yê Rûsî de bas ji vê kiriye ku, ewê êrîşa leşkerî bikin ser Sûriyê .

 “John R. Bolton” ev axavtina di civîna xwe ya li welatê “Swiss”ê ya digel “Nikolai Patrushev” de kiriye.

Wî berpirsê Amerîkayê bas ji vê jî kiriye ku, Amerîka  zanyarî berdest hene ku vê yekê diselmînin,  “Beşar Esed” serkomarê rejîma Sûriyê ji bo girtina parêzgeha Idlibê, dixwaze ji çekên Kîmyayî mifahê werbigire.

Navbirî tekez jî kiriye ku, hekî rejîma Sûriyê mifahê ji çekên Kîmyayî werbigire, vê carê bi awayekî cudatir ewê êrîşa leşkerî li ser Sûriyê encam bidin.

Amerîka berê jî, piştî vê ku rejîma “Esed” bi çeka Kîmyayî bajarê Domayê ya Sûriyê bombebaran kiribû, êrîşa leşkerî bo ser Sûriyê encam da û rejîma Îslamî a Îran û dewleta  Rûsiyayê jî bi piştevanîkirin li rejîma “Beşar Esed”  û berpirsiyarê vê êrîşa Kîmyayî dane zanîn.

Di destpêka nerazîbûnên Sûriyê de, pasdar û besîcên rejîma Îslamî ya Îranê, bi rengekî eşkere û haşahilnegirî mil bi milê hêzên leşkerî yên rejîma “Beşar Esed”, li dijî dijberên rejîma Be`is a Sûriyê şer kirine, û heya niha jî dehan kesên wan di van şeran de hatine kuştin.