Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê Du kes û Kompaniyake Îraqê baykot kir

12:11 - 13 Hezîran 2019

Kurdistanmedia: Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê,bi sedema alîkarîgihandina ji Spaha Pasdarana terorîst re, kompaniyeke Îraqê digel du berprisên wê baykut kirin.

Li gorî Ajansa Nûçegihaniya “Reuters”ê, roja Çarşemî 22`ê Cozerdana 1398`an(12`ê Hezîrana 2019`an), Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê, kompaniyeke Îraqî û Du berpirsên wê Kompaniyê yên bi navên “Ebdul Hemîd-Se`idî û Salih-Hesenî, û kompaniya bi navê “Menabi`ê Sirwet-Cinûb”ê, bi sedema alîkarîkirina digel Spaha Pasdarana terorîst ya Îranê, baykot kirine.

Wezîrê xezanedarî ya Amerîkayê daye zanîn ku, wê kompaniyayê û berpirsên wê ku têkêliyiên van di gel Spaha Pasdaran a terorîst hebûne, û veguhastina bi qasî sedan milyon Dolarî, alavên leşkerî ji çekdarên Şî`e yên terorîst re, xistiye bin baykot xwe.

“Steven Mnuchin” Wezîrê xezanedarî yê Amerîkayê gotiye: Ew Wezaretxaneya dest bikar dibe da ku, hemû torên qaçaxkirina çekan yên rejîma Îranê bide nasandin û pêşî jê bigire, da ku rejîma Îranê nekare li tu rêyekê çekan ji girûpên terorîstî re veguheze.

Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 21`ê Cozerdana 1398`an (10`ê Hezîrana 2019`an), Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê di daxuyaniyekê de ragihandiye ku: Wî welatî, 16 kesên heqîqî û mafnas ên rejîma Sûriyê ku li rêya hebûna têkilî û piştevanîkirin li Beşar Es`ed, mijûlê berjevendiyên malî bûne, baykotkirine, ku yek ji wan Samir Foz bû ku nefta Îranê bo Sûriyê vediguhast.