Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê Ensarullaha Yemenê tehrîm kir

13:09 - 20 Kanûna Paşîn 2021

Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê ragihand ku girûpa “Ensarullah”a Yemenê bi sedema kiryarên terorîstî, bi listê reş yên girûpên terorîstî zêde kiriye.

Roja Sêşemî 19ê Kanûna Paşîn, Wezareta Xezînedariya Amerîka, girûpa “Ensarullah” ku bikerên tev aloziyên hundirê welatê Yemenê û mezintirîn girûpa girêdayê rejîma Îranê di wî welatî de ye, xiste nav lîstê reş yên girûpên terorîstî; “Ensarullah” anku “Hûsî”, şer li dijî dewleta yasayî ya welatê yemenê dike û desthilata beşeke zêde ji wî welatî bi destê xwe ve girtiye.

Tehrîma Amerîka li ser “Ensarullah”ê, alîkariyên mirovî yên “Xaça Sor” û çendîn saziyên navnetewî li xwe nagire û Amerîkayê ragihandiye ku armanca wan miafkirinan, projeyên mirovperwerane, avakirina demokrasî, perwerde û parastina jîngeha Yemenê ye.

Girûpa “Ensarullah” li dijî dewleta yasayî ya Yemenê şer dike û rejîma Îranê piştevaniya siyasî, aborî û cebilxaneya “Hûsiyan” dike û heta di wê dawiyê de bi balafirên bêpîlot yên Îranê ku bi Hûsiyan re dabûn, çendîn êrîş li ser binke û navendên dewleta yasayî û herwisa di Erebistanê de kirine ku ya herî berçav êrîşa li ser enbarên nefta kompaniya “Aramko”yê li Erebistanê bû.

Di Yemenê de zêdetir ji 30 milyon kes dijîn ku bi sedema fitne û tedaxula rejîma Îranê û şerê Hûsiyan digel dewleta yasayî, di dijwartirîn rewşê de dijîn.