Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê êrîşa esmanî ya li ser firokexaneya Hewlêrê şermezar kir

18:27 - 12 Îlon 2021

Balyozxaneya  Amerîkayê êrişa li ser Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê şermezar kir û ragihand: “Amerîka bi piştevanikirin ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê pêbend e û di piştevanîkirinê de berdewam e”.

Balyozxaneya Amerîka li Hewlêrê bi belavkirina daxuyaniyekê ragihand: “Em wê êrişê ku bi rêya balafirên bêpîlot bo ser Herêma Kurdistanê hatine kirin, şermezar dikin û ev êrişên berdewam li ser serwerî û aramiya Îraqê bûne gef”.

Derengiya şeva derbasbûyî, li ser Balafirxaneya Navdewletî ya Hewlêrê êrîşî hat kirin û Parêzgarê Hewlêrê “Omêd Xoşnav” û hêza “Dije Teror” a Herêma Kurdistanê ragihandine: “Bi rêya du balafirên bê pîlot ên xweteqîner êrîşî li ser balafirxaneya hewlêrê hatiye kirine û wê êrîşê ti xisareke canî û malî tinebûye”.

Ewa çendemîn car e ku li ser balafirxaneya Hewlêrê êrîş têne kirin û pêka zaniyariyan ew êrîşane ji aliyê hêzên girêdayê rejîma Îranê û bi fermana rejîma Îranê têne kirin û rejîma Îranê hemû hewla xwe ji hemû waran de dide ku nehêle aramî û asayîş di Herêma Kurdistanê û Îraqê de cihgîr bibe û bikare siyasetên xwe ên geşedan bi terorîsma navnetewî bi awayekî berfirehtir cî be cî bike.