Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê F-35 anîne kendawê

18:43 - 10 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Fermandariya nawgana pênc ya Hêza Deryayî ya Amerîkayê ragehand ku balafirên F-35 bi nawhilgirekê anîne kendawê.

Nawgana pêncem ya Hêza Deryayî ya Amerîkayê berpirsyarê geriyan û hizûra di Deryay Sor, Kendaw û hinek beşên Uqyanûsa Hindê de bûye, û ser bi biryargeha navendî ya arteşa Amerîkayê ye.

Nawgana pêncem ya deryayî ya Amerîkayê tevî pêşwaziya ji hatina van balafiran ragehandiye ku mifahwergirtina ji van balafiran bi fermandehiya Navendî ya Amerîkayê vê îmkanê dide ku erkên xwe bi hêzeke baş ve cîbicî bike, û bikare ewlehiyê vegerîna bo behrê û esmanê herêmê.

Balafirên F-35 nivşeke nû ji balafirên şerî ên Amerîkayê ne, ku Waşingtonê bo şerên siberojê gellek hisab li ser kiriye.

Berî niha tenê F-35 ên Îsraîlê di navçeyê de bûn. Biryar bû ku Tirkiye jî van balafiran bi dest bixe, lê aloziya di navbera Amerîka û Tirkiyê de bû sedem ku Amerîka van balafiran nede Tirkiyê.

Amerîka berdewam radigeîne ku li hemberî hemû gefên li ser herêmê ji aliyê rejîma Îranê ve, ewê bisekinin. Jiber ku aramiya di herêmê de girêdayî ye bi pêşîgirtina ji vê rejîmê, ku di asta navxweyî û navneteweyî de pêgeha xwe ji dest daye, û hewl dide bi pêkanîna nearamiyê deshilata xwe biparêze.