
Rojnameya “Washington Post” belav kiriye ku berpirsên Amerîkayê dixwazin hejmarek ji karmendên xwe li balyozxaneya xwe li Îraqê vebikişînin.
Wê rojnameyê belav kiriye ku Amerîka bi sedema wan nekokiyên ku digel Îranê heye û herwisa bi sedema salroja kuştina “Qasim Silêmanî” ew biriyar daye.
Piştî kuştina “Muhsên Fexirîzade” li tehranê arîşeya di navbera Îran û Amerîkayê li Rojhelata Navîn de kûrtir bûye.
Amerîkayê ragehandiye ku ji ber egera êrîş Îranê li ser karmendê Amerîkayê li Îraqê wan karmendên xwe vedikişîne.
Piştî êrîşa girûpa Heşda Şeibî û herwisa êrîşên mûşekî bo ser balyozxaneya Amerîkayê, dewleta “Washengton” gef xwaribûn ku dê balyozxaneya xwe li Îraqê dabixînin.