
Kurdistanmedia: Amerîkayê di gel hevderdîkirin digel xelkê erdhejlêdayî ên Kirmaşanê, pêdagirî kir ku dorpêçên abûrî yên Amerîkayê, alîkariya mirovdostane li xwe nagire, û emê alîkariya xelkê bikin.
Wezareta Derve ya Amerîkayê, di peyamekê de belav kir, serbarê vê kû dorpêçên abûrî li dijî rejîma Îranê hatine pesendkirin, lê ev dorpêçane alîkariya mirovdostane li xwe nagire, û em hevderdiya xwe bigîjînin xelkê erdhejlêdayî yên Kirmaşanê.
Di beşekî din a wê peyamê de hatiye: Em bi bihîstina nûçeya erdheja rojavaya Îranê gelek daxdar bûn, û ligel xelkê hem hevderd in, û hem jî pêdagirî li ser vê yekê jî dikin ku dorpêçên abûrî yên Amerîkayê ku li dijî Îranê me pesend kirine, alîkariya mirovdostane li xwe nagire.
Şeva Yekşemîyê rêkefta 4-ê Sermaweza 1397-an, erdhejek li Rojhelata Kurdistanê rû da, û bi sedema tundiya vê erdhejê xesareke berçav ya canî û maddî gihîşte hemwelatiyan, ku hejmarek ji hemwelatî birîndar bûn û bo navenda dermanî hatin veguhastin.
Navenda erdhejnasiya cîhanê, pileya tundiya vê erdhejê bi 6.3 rîşter ragehand.
Sala derbazbûyî erdhejek bi pileya 7 rîşter li “Ezgele”ya Kirmaşanê li rêkefta 21-ê Xezelwera sala 1396-an rû da, ku bi hezaran kuştî û birîndar lê ketin.