
Kurdistanmedia: Hêzêke leşkerî ya Amerîkayê vegeriya bo Rojavayê Kurdistanê û ew hêza leşkerî ya Amerîkayê li Rîmelanê bicih bûye.
Li gorî nûçeya belavbûyî, Îro Şemî 4`ê Xezelwerê (26`ê Çirriya pêşîn), karvanekî leşkerî ya hêzên leşkerî ya Amerîayê ku ji 13 hamiran pêk hatibû, derbasî Rojavayê Kurdistanê bû û ew hêza Amerîkayê li herêma Rîmelanê ku 1322 bîrên petrolê li wê deverê hene, bicih bû.
Pêka nûçeyan, Amerîka dê hejmara leşkerên xwe yên li “Dêre Zorê” ku kêlgehên stratejîk ên wekî Ammar, Telef û Conoco lê hene, zêde bike. Herwiha ji %45 gaza sirûştî ya Sûriyê jî, ji wan deveran tê derxistin ku niha Amerîka pêgeha xwe li wan deveran bihêz dike û Amerîka navxwaze ev dever bikevin bin kontrola Rûsya û rejîma Sûriyê.
Ev leşkerên Amerîkayê bo Rojavayê Kurdistanê di demekê de ye ku du rojan berî niha ragihandibû ku, dê hejmareke leşkerên xwe ji bo parastina bîrên petrolê li Rojavayê Kurdistanê bihêlin û gotibû ku dema wê hatiye Kurd li deverên petrolê bicih bibin.
Ji aliyek din ve jî pêka medyayên Amerîkayê, rêveberiya Amerîkayê amadekariyan dike ku li gel hejmareke zêde ya çekên giran û 30 tankên Abrams, 500 leşkeran bişîne bakûr rojhilatê Sûriyê bo parastina bîrên petrolê.
Berpirsekî pilebilind yên Wezareta Berevanî ya Amerîkayê (Pentagon) ji Newsweeka Amerîkayê re ragihandibû ku, wan plana xwe ya şandina leşkeran digel tankên Abrams pêşkêşî Koşka Spî kirine û li bendê ne ku bê erêkirin. Ew bîrên petrolê yên li bakûrê rojhilatê Sûriyê ne, niha di bin kontrola Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de ne.