
Kurdistanmedia: Amerîkayê 25 kes û Navendên girêdaiyî bi Spaha Pasdaran rejîma Îranê xiste bin dorpêçên xwe.
Li gorî raporên belavbûyî, roja Sêşemî 6`ê Xakelêweya 1398`an(26`ê Adara 2019`an) Amerîkayê hejmarek ji kesên resen û navendên di Îran, Tirkiye û Yekitîya Ereban de bi rêzbendên dorpêçan zêde kir û sedema wê jî, veguhastina milyardha Dolar û Euro pere bo Spaha Pasdaran da zanîn.
Li gorî agehdariya Wezareta Xizînedarî a Amerîkayê, ew dorpêçane têde 25 kes û Navend têne xuyakirin, nemaze kopmaniyayên “Surî” be bingeh li 3`ê welatên baskirî ku,di gel Spaha Pasdaran û wezareta bergirî û piştevanî yên hêzên çekdarên Îranê di pêwendî de ne.
Herwisa “Steven Mnuchin” Wezîrê Xizanedariya Amerîkayê di wê derheqê de got: Me torên mezin ji kopmaniyayên bêbingeh“Surî” û kesên resen di Îran, Tirkiye û Yekîtiya Erebî de, kirine armancên xwe, da ku xerîteyên ku Îran li wan rêyan bi rengekî neyasayî bi anîn û veguhestina milyardha Dolar pere hewl bo daye,da ku tevlîhev bikin.
Her di vê derheqê de, “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî li ser rûpela “Twittera” xwe nivîsiye ku: Me veguhastina dahata rejîma Îranê bo kiryarên terorîstî û şevitiya ku bo Tiromibîla terorê tê dabînkirin, me qutkiriye, û emê berdewam bin.
Her di vê derheqê de jî, roja Pêncşemî 22`ê Adara 2019`an, Amerîkayê 17 navend û 14 kesên girêdayî rejîma Îranê, li rêzbenda dorpêçan zêde kir.