Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê huşdarî bi Tirkiye û Rûsiyê daye ku êrîşî ser Rojava nekin

18:06 - 24 Hezîran 2021

Nûnerê “HDP”ê li Amerîkayê “Giran Ozcan” daye zanîn ku Serkomarê Amerîkayê, Huşdarî bi “Vîladêmîr Pûtîn” û “Receb Teyîb Erdoxan” daye ku nabe edî ti êrîşekê li ser Rojavayê Kurdistanê û deverên din ên ku di bin desthilata rêberiya xweser de ne, bikin.  

Ew huşdariya di kombûna “Brûksel”ê de bi Serkomarên Rûsiyê û Tirkiyê hatiye dan.

Di aloziyên Sûriyê de, Tirkiye piştevanî li hêzên opozîsiyonê dike ku herêma Efrîn, devera Serê Kanî û çend deverên dinê wekî devera Elbab di bin kontrola wan de ye.  

Di sala 2019an de, Tirkiyê êrîşî ser deverên Serê Kanî û çend deverên dinê kir û ew xistine bin kontrola xwe.

Vekêşana Amerîkayê li devera Serê Kanî ku êrîşa Tirkiyê li pey hat, berteknîşandana hejmarek ji kesayetiyên xuya yên Amerîkayê li pey xwe anîbû.

Rûsiye piştewaniyê li Sûriyê dike û rejîma Sûriyê bi sedema wê piştewaniyê,  kariye gelek ji axa Sûriyê ji destê girûpên çekdar ên opozîsiyonê derbîne.