Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê li derheq radestkirina balafirên bê pîlot ji Rûsysayê re, hişdarî da Îranê

13:31 - 21 Tîrmeh (Temûz) 2022

Rayedarên leşkerî yên Amerîkayê radestkirina balafirên bê pîlot ji Rûsyayê re, bona mifah wergirtin di şerê li dijî Ukraynê de, hişdarî da Îranê.

Wezîrê Berevanî “Lloyd Austin”û General “Mark Milley”, berpirsê Stada Hevpar yê artêşa Amerîkayê di civînek rojnamevanî de got: Pêka nûçeyên ku hatine belavkirin Rûsiyayê balafirên bê pîlot bona mifah wergirtin di şerê li dijî Ukrayînê ji Îranê wedigire, ev yek dibe alîkar bo Rûsyayê bona berdewamkirina şer digel Ukrayînê.

Wî berpisê leşkerî yê Amerîkayê di berdewamiyê de got: Em ji Îranê daxwaz dikin ku dev ji vê biryarê berde û ev mijar û hizrek xirabe û eger em bicihê Îranê ban me dê dev jê berda.

Pêka rapora hatî belavkirin, Şivêrmendê Ewlehî yê Koçika Spî “Jake Sullivan”, dibêje Amerîka li ser vê baweriyê ye, Îran amadekariyên vê yekê dike ku, aliyê kêm sed balafirên bê pîlot radestî Rûsiyê bike û herwisa leşkerên Rûsiyayê bona çawaniya bikar anîna wan hîn dike.

Her di vê derheqê Berdevkê Wezareta Karê Derve yê Amerîkayê jî gotiy: Ev kiryarên han nîşan didin ber ku Îran xwe di şerê li dijî Ukrayînê de bê alî nîşan dida lê, wisa nine ev piştewanê Rûsyayê ye

Pêka çavkaniyên Rojavayî berdewamkirina şerê Ukrayînê rewşek afirandiye ku Rûsiye bona dabînkirina alav û çek û teqemeniyên xwe, rastî rewşek dijwar bûye û hawara xwe bo Îranê bibe.