
Kurdistanmedia: Wezarta Xezînedarî ya Amerîkayê, Wezîrê Karûbarê derve ê rejîma Îranê Mihemedcewad Zerîf xiste nav rêzbenda baykotên xwe.
Li gorî daxûyaniya ku Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê ku li roja Çarşemî 10`ê Gelawêjê weşandiye, têda hatiye ku Mihemedcewad Zerîf bi rêzbenda baykotên xwe zêde kiriye.
Wezareta Xezînedarî ya Amerîkayê gotiye: Sebeba baykot kirina Zerîf eve ye ku, wî nûneriya rêberê rejîma Îranê li stuye, û rasterast ya nerasterast ji bo wî kar dike.
Wezîrê xezînedarî ê Amerîkayê Îstîvên Minuçên tekez kir ku ew kiryare peyameke rûn ji aliyê Amerîkayê ve bo rejîma Îranê bû ku, reftarên dawîyên wan ne cihê qebulî ye.
Ji aliyek din ve jî, Wezîrê karûbarê derve ê Amerîkayê Mayik Pompêo bi bertek nîşandan bi zêdebûna navê Mihemedcewad Zerîd di nav rêzbenda baykotên Amerîkayê de, di ser rûpela tiwîtira xwe nivîsî: Zerîf jî wekî endamên din ê mafiyayî ên Xamineyî ku di çalakiyên serkêşane ên rejîmê de alîkarî hebûye.
Herwisa Wezîrê karûbarê derve ê rejîma Îranê, Mihemedcewad Zerîf jî bertek nîşan da û di ser rûpela xwe ya tiwîtirê nivîsî: Sedema serekeya Amerîka bo wê ku ez xistime nav rêzbenda baykotên xwe, wihaye, ku ez “Berdevkê sereke ê Îran di cîhanê de me”, û min tu dareyiyek di derveyê welat tunine û ew baykote tu bandorekê li ser min û malbat min çênake.
Her di vê pêwendiyê de, roja Duşemî 24`ê Hezîrana 2019`an, Serkomarê Amerîkayê “Donald Tiramp” destûrek nû di koşika spî de wajo kir ku li gorî wî destûrê, darayiyên Xamineyî rêberê rejîma Îranê û ofîsa wî xistiye di nav rêzbenda baykotên xwe de.