Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê nefta Kerkûkê jî li ser Îranê de qut kir

11:41 - 17 Çirriya paşîn 2018

Kurdistanmedia: Rejîma Îranê ku piştî bûyerên 16`ê “October”ê dilê xwe bi petrola Kerkûkê xweş kiribû, Amerîkayê ew dilxweşiya wê jî kire bilqa ser avê.

Piştî derbazbûna salekê ku bi ser 16`ê “October”ê re derbaz dibe, hikûmeta Îraqê û Herêma Kurdistanê li hev kirin bo destpêkirina şandina nefta Kerkûkê ji riya boriya Kurdistanê ve.

“Asim Cîhad” berdevkê Wezareta Nefta Îraqê roja Înê ragehandiye ku ji îro şûnda (16`ê Novemberê) ve nefta Kerkûkê ji riya boriya nefta Herêma Kurdistanê ve bo derve tê şandin, û detspêkê jî rojane di navbera 50 heya 100 hezar bermîlî tê şandin.

Herweha “Brett McGurk” û Felah Mistefa jî li ser nefta Kerkûkê û hevahengiya asayişa herêmê kom bûn.

 “Brett McGurk” ragehand: Me li ser domandina hinartina nefta Kerkûkê ji riya boriya nefta Herêma Kurdistanê ve bo bendera Ceyhan a Tirkî li hev kir.

Şêvirmendê Asayişa Nîştimanî a Amerîkayê jî kêfxweşiya xwe bi lihevkirina destpêkirina şandina beşeke nefta Kerkûkê di navbera Îraq û Herêma Kurdistanê eşkere kir, û dibêje, eva yekem pêngava dilxweşker e bo vegerandina bo astên 2017`an.

“John Bolton” şêvirmendê Asayişa Nîştimanî a Amerîkayê di hejmara taybetî ya xwe di “twitt”erê de dibêje, ku destpêkirina hinartina nefta Kerkûkê  dikare dahat windabûyî bo xelkê Îraqê û xizmetkariyan vegerîne û Îraqê bike welatekî serbixwe li ser rûyê erdê.