
Kurdistanmedia: Wezareta Xizînedariya Amerîkayê pênc kesên ser bi Spaha Pasdaran bi sedema şandina alavên fenî û mûşekên balistîk xistin nava rîzbenda dorpêçên xwe de.
Wezareta Xizînedariya Amerîkayê bi weşandina daxuyaniyekê belav kir, ku pênc kesên bi navên Mêhdî Azerpîşe, Mihemed Ce`iferî, Mehmûd Baqiriyê Kazimabad, Cewad Bordibar û Mihemedelî Hedadnijadê Tehranî xistin nava rîzbenda dorpêçên aborî de.
Wezareta Xizînedariyê ragehandiye ragehand ku wan kesan hevkariya Husiyan kirine, û pêşiya çûna hevkariyên mirovdostane bo Yemenê girtine, serbarê vê yekê jî bûne asteng li ser riya veguhastinan li ser riyên deryayayî.
Roja Sêşemiya hefteya borî jî, Wezareta Xizînedariya Amerîkayê serbarê Welî -Ellah Sêyf serokê giştî ê banka Navendî ya Îranê, serokê banka Belad a Îslamî jî xiste nava rîzbenda tehrîman de. Ew kes tawanbar in bi vê ku bo veguhastina pere bo Hizbullahê hevakariya hêza Quds ya Spaha Pasdaran kirine.
Her vê wezaretê roja 26`ê Banemerê jî ragehand ku wan bi alîkariya Erebistan, Behrêyn,Koweyt, Eman, Qeter û maratên Hevgirtî ên Erebî serbarê Hesen Nesrullah û cihgirê wî, Mihemed Yezbek, Husên El-xelîl, û Îbrahîm El-emîn ku her hemû jî endamên şêvraya rêberatiya Hizbullahê ne xiste rîzbenda tehrîman de. Herwisa du rojan piştre jî, Amerîkayê Ebdullah Sefiyedîn nûnerê Hizbullahê li Îranê û Mihemed Îbrahîm Bazî, berpirsyar di beşa malî ya vê girûpê û pênc şirketên ser bi wî xiste nava rîzbenda tehrîman de.