Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê ragihandiye ku divê rêz ji serweriya desthilata Îraqê bê girtin

12:38 - 20 Nîsan 2022

Wezareta Derve ya Amerîkayê li derheq operasiyonên Tirkiyê li Îraqê bertek nîşan da û ragihand ku “divê rêz ji serweriya desthilata Îraqê bê girtin.”

Pêka rapora rojnameya “El-Horre”, yek ji Berdevkên Wezareta Derve ya Amerîkayê ku nexwestiye navê wî eşkere bibe bi tekezî ragihandiye: “Wezareta Derve ya Amerîkayê agehdarê raporên girêdayî operasiyonên Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê ye û bi tekezî em dibêjin ku divê serweriya desthilat û yekparçeyiya axa Îraqê bê parastin.”

Di vê derheqê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê “Mewlûd Çavûş Oxlû” bi tekezî gotiye: “Operasiyona leşkeriya Tirkiyê li Başûrê Kurdistanê dê berdewam be û Tirkiye piştevanî ji yekparçeyiya Îraqê dike.”

Artêşa Tirkiyê roja Duşemî 18ê Nîsana 2022an, li sînorê qeza Amêdiyê ya parêzgeha Duhokê û li deverên Metîna, Zap, Avaşîn-Basyanê bi hinceta hebûna PKKê li herêmê operasyoneke nû li dijî PKKê bi navê Pençe-Kilîd dest pê kiriye.

Pêka dawî zaniyariyên ku Hêzên Parastina Gel (HPG)ê ku belav kiriye, “di sê rojên derbasbûyî de 87 leşkerên Artêşa Tirkiyê ji aliyê hêzên wan ve hatine kuştin û 15 leşker jî birîndar bûne.

Lê Wezareta Bervanî ya Tirkiyê tenê nasnameya du leşkerên xwe yên hatinî kuştin belav kiriye.