Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê ragihandiye ku heta rohnebûna hemû hûrdekariyan qedera Bercamê nayê rohnkirin

12:28 - 10 Hezîran 2021

Cihgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Wendî Şêrmen” (Wendy Sherman) tevî îşarekirin bi danûstandinên Bercamê yên ku wê heftiyê bênekirin ragihand: “Heta dawî bizmarê hûrdekariyên Bercamê neyêne kutan, bo me rohn nîne ku lihavhatin dê bibe an ne”.

Cihgira Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Wendy Sherman” di civîneke “online” de ku ji aliyê navenda “The German Marshal Fund” ve hatibû lidarxistinê, got: “Ez dizanim ku danûstandin di dawî wê heftiyê de dê bi rê ve here û hizir dikim ku gelek pêşketin bi dest ve hatine, lê pêka ezmûnên min, heta dawî bizmarê hûrdekariyan neyêne kutan, bo me roh nabe ku em dê bigîhîjin bi encamê an ne”.

Amerêkayê li roja Sêşemiyê bi belavkirina daxuyaniyekê daxwaz ji Îranê kiribû, ku alikariyên hewce li derheq lêkolîna Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî li ser çalakiyên navkî dabîn bike û di wê daxuyaniyê de hatiye ku alîkarînekirina Îranê dikare danûstandinên li ser Bercamê bêxe metirsiyê.

Herwisa Di wê daxuyaniyê de bi tekezî ji Îranê daxwaz kiriye ku ji encamdana her kiryarekê ku rêgirî ji destpêregihîştin û komkirina zaniyariyên hewce li derheq çalakiyên navkî ji aliyê Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî bike, bi micidî xwe biparêze.

Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Antony Blinken” li Senaya Amerîkayê de ragihandibû “Kêmek maye ku Îranê bi çeka navkî bigihe”.