Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê ragihandiye ku şandina mûşeka Îranê bo esman cihê nigeraniyê ye

11:28 - 31 Kanûna pêşîn 2021

Amerîkayê ragihandiye ku şandina mûşeka Îranê bo esman li dijî biryarnameya 2231a Saziya Netewên Yekgirtî ye û em nigeranê wê bernameya rejîma Îranê ne.

Roja Pêncşemî 30ê Kanûna Pêşîn, Berdevkek a Wezareta Derve ya Amerîkayê ku navê wî nehatiye ragihandin, li derheq şandina mûşeka “Sîmorx” a rejîma Îranê bo esman nigeraniya xwe nîşan daye û gotiye ku ew bernameya şandina mûşekan bo esman alîkariyek bo bernameya mûşekî ya desthilata Olî ye û ew bername li dijî birnameya 2231 a Saziya Netewqên yekgirtî ye.

Herwisa wê berdevka Wezareta Derve yê Amerîkayê ragihandiye: “Alavên şandin bo esmanan ji teknolojiyekê mifah verdigre ku şiyana guherîn bo wan teknolojiyane heye ku bo mûşekên balistîk mifah jê verdigrin û wek sîstema dûrhawêj, bi kar tînin”.

Di wê derheqê de Berdevkê beşa esmanî ya Wezareta Berevaniya rejîma Îranê “Ehmed Husêynî” gotiye: “Bo yekem car, bi wê mûşekê 3 alavên lêkolînê bi awayek hevdem bi bilindahiya 470 kîlomertiya erdê hatine şandin ku bi lezgîniya 7350 metir li çirkeyê de bo esman hatine şandin”.

Rejîma Îranê heta niha 4 caran ew şandin ceribandiye lê di tevahiya wan de rastî şikestê hatiye û niha beşek ji ragihandinên rejîma Îslamiya Îranê di serkevtîbûna şandina wê carê ya mûşekê jî bo esman şik û guman hene.