
Kurdistanmedia: Dewleta “Trump” pê diçe ku hin belge derheq soça binpêkirina konvansyona qedexekirina çekên kîmyayî ji aliyê Îranê ve dest xistibin.
Li gorî raportên belavbûyî, roja Înê 25`ê Xezelwerê (16`ê Çiriya Paşîn), nûçegihaniya “Associated Press” belavkiriye ku, du çavkaniyên agehdar yên Amerîkayê ku nexwastine navên wan eşkere bin ragehandine ku, Amerîka dixwaze di heyama vê hefteyê de, di civîna saziya qedexekirina çekên kîmyayî yên şer di “The Hague “(Lahe) de, rejîma Îranê bi binpêkirina konvansyona qedexekirina çekên kîmyayî yên şer tawanbar bike.
Dewleta Amerîkayê hin belge dest xistine ku, komara Îslamî çekên kîmyayî yên şer bi kar neanîne lê, îmkanatên berhemanîna van hene.
Vê nûçegihaniyê wiha nivîsiye, yasadanînên Amerîkayê derheq kiryara han de agehdar in, û wisa tê xuyakirin ku, roja Duşemî 19`ê Çiriya Paşîn, ev nûçeya bi awayê fermî bê ragehadin.
Ev kiryara Îranê tu cezayek ji aliyê dewleta Amerîkayê bo nîne lê, bo dozwerkirina li dijî Îranê di saziya qedexekirina çekên kîmayî yên şer wê bê bikar anîn.
Li gorî konvansiyona qedexekirina çekên kîmyayî yên şer ku, di sala 1997`an hate pejrandin,
berhemanîn, xwedîkirin û bi karanîna her core çekên kîmyayî yên şer qedexe ye.
Piştî dorpêçên aborî yên dewra duyem yên Amerîkayê yên li djî rejîma Îranê, ku di roja 4`ê Çiriya Paşîn hatine ragehandin, rayedarên Amerîkayê ragehandibûn ku di pêşerojê de, givaş û dorpêçên bo ser Îranê wê zêde bikin.