Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê toleya leşkeriyê xwe hilda

10:56 - 30 Kanûna pêşîn 2019

Kurdistanmedia: Piştî êrîşa katiyoşayan li ser binkeya “K1” a hêzên Amerîkayê li bajarê Kerkûkê, ku bû sedema can jidestdana leşkeriyekî Amerîkayê, Amerîka bêdeng nema û di êrîşeke esmanî de binkeyê Hizbûlaha Îraqê ku girêdayî rejîma Îranê ye û li jêr serpereştiya Heşda Şe`ibî de ye, nêzî 66 çekdar hatine kuştin.

Pêka nûçeyên belavbûyî, şeva yekşemî 8`ê Befranbarê, Amerîkayê di êrîşeke esmanî de, binkeyên Hizbulaha Îraqê ya girêdayê rejîma Îranê di Îraqê de kiriye armancê xwe û di encamê de 41 çekdarên girêdayê rejîma Îranê û 25 çekdarên Heşda Şe`ibî jî hatine kuştin.

Herwisa di wî êrîşa balafirên Amerîkayê de, fermandeyekî payebilind ê Hizbullahê yê bi navê Eboelî Xezelî, hate kuştin.

Hizbullaha Îraqê girêdayî rejîma Îranê ye û li jêr serpereştiya Heşda Şe`ibî de ye, û Amerîka jî wî girûpa han wekî qirûpekî terorîstî nas dike.

Amerîkayê berî jî hişdarî bi Îraqê û girûpên wî welatî re dabû, ku dest ji kiryarên terorîstî berdin, wan girûpan heya niha çendîn caran binkeyên leşkerî yên Amerîkayê di Îraqê de kirbûne armancê xwe.

Her di vê derheqê de Wezîrê derve yê Amerîkayê, Mayik Pompêo, daye zanîn ku: “Em di hember kiryarên rejîma Îranê de ku canê xelkê Îranê dixe bin metirsiyê, bê deng namînin.”

Herwisa Wezareta Berevanî ya Amerîkayê jî, ew êrîşe kişande situyê xwe û daye zanîn ku: Êrîşa me bersiva kiryarên terorîstî ên li ser binkeyên me di Îraqê de bû, me sê binkeyên Hizbullaha terorîst di Îraqê de û du binke jî di Sûriyê de kirine armanc.

Herwisa di vê derheqê de, Wezîrê Derve yê Îsra`ilê pêşvaziya wî karê Amerîkayê kir û got: Hekî Îran agehdarê bihêziya Amerîkayê nebe, dê derbeyên giran bixwe.