Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayê vîza neda Wezîrê Derve yê rejîma Îranê

11:16 - 7 Kanûna Paşîn 2020

Kurdistanmedia: Mihemedcewad Zerîf ku qirar bû beşdariya civîna Saziya Netewên Yekbûyî bike, Amerîkayê vê carê vîza nedayê ku biçe wî welatî.

Belavoka “Farên Palêsî” ji zarê berpirsên dîplomatîk ên Amerîkayê ve belav kir, ku Amerîka vîza neda Mihemedcewad Zerîf Wezîrê Derve yê Îranê, daku bikare di civîna giştî ya Netewên Yekbûyî de beşdar be.

Zerîf di Meha Gelawêja derbasbûyî de, bi sûçê nûnerayetiya rastevxwe ya rêberê rejîmê û kar kirin bo wî, kevte ber cezayê dorpêçên Amerîkayê.

Belavoka Farên Palêsî şeva 16`ê Befranbarê nivîsî: Wezîrê Derve yê Îranê çend hefteyan beriya niha daxwaza vîzayê kiribû, lê di encamê de Amerîka bi nedana vîzayê nehêla li civîna Netewên Yekgirtî de beşdar be.

Nedana vîzayê bi Zerîf di demekê de ye, ku bi hegera kuştina Qasim Silêmanî Fermandê Spaha Quds a terorîst, alozî û dijayetiya di navbera Amerîka û Îranê gihîştiye asteke herî zêde û tund.

Zêdebarê hemû arîşe û dijberiya piropagendeyî di navbera Îran û Amerîkayê di heyama 40 salên derbasbûyî de, eva cara yekeme ku Amerîka vîzayê nade Wezîrê Derve, bona beşdarî li civîna Netewên Yekgirtî.