Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amerîkayî rejîma Îranê bi kiryarên terorîstî tohmetbar kir

11:47 - 16 Adar 2019

Kurdistanmedia: Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî, rejîma Îranê bo êrîşkirina bo ser Îsra`îl û Erebistanê tohmetbar kir.

Roja Înê 24`ê Reşemeh(15`ê Adara 2019`an), “Mike Pompeo” Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayî li ser rûpela “Twittera” xwe nivîsî ku,  li “Xeze” terosîtên ku li Tehranê, ji aliyê “ mamostayên Şanoyî” (Ostadhayê Erûsekgerdan), piştevaniyên çek û aborî tên kirin, careke din hevwelatiyên Îsra`îlê kirine armanca kiryarên terorîstî yên xwe.

Herwisa “Mike Pompeo” da xuyakirin ku,  Amerîka li kêleka Hevalbendê xwe ye, û Îsra`îl jî, mafê heye da ku berevaniya hevwelatiyên xwe bike.

roja Înê 24`ê Reşemeh(15`ê Adara 2019`an), “Mike Pompeo” di civînekê de ragehand ku, li virda  mafê mirov tê bin pê kirin, hekî hûn derheq mafê mirov de nîgeranin, hewceye li Hevalbendiya bi birêveberiya Erebistanê, piştewanî bikin ku, li dijî girûpa Husiyên terorîstî  li Yemenê şer dike, û hekî  hûn nîgeranê canê hevwelatiyên Amerîka û welatên din in, em îzin nadin daku, rejîma terorîstî ya Îranê, bi dana çekan piştevaniya girûpa terorîstî a Husiyên Yemenê bike û “Riyadh” bike armanca  xwe.