Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Amrîka nigeranê tepesekirina mafên mirov di Îranê deye

16:55 - 3 Hezîran 2014

Kurdistanmedia: Rojek paş darvekirina girtiyekî siyasî li Îranê, dewleta Amrîkayê nigeraniya xwe ji binpêkirina mafên mirov û zêdebûna rêjeya lidarvekirinê di Îranê de da zanîn.

Berdevka wezareta derve ya Amrîkayê îlan kir: Amrîka serbarê ewê ku li hewla çareseriya pirsgirka pirogirama nevekî a Îranê ji rêya dîplomasî û danûstandinê ye, di heman demê de hemû hewla xwe ji ber dabînkirina azadiya destpêkî a xelkê Îranê dêxe gorê.

Cin Sakî herwisa ewa jî gotiye: Binpênekirina mefên mirov ji aliyê Îranê ve, lêkolînekî serekî ji ber peywest bûna wî welatî bi civaka cîhanî ye.

Ew lêkdana wezareta derve yê Amrîkayê paş lidarvekirina girtiyekî siyasî li girtîgeha Recayî Şar a Kerecê hetiye gorê.

Roja Yekşemî 1’ê Hezîran a 2014’an, Xolamriza Xusrewî Sewad Canî girtiyê siyasî yê benda 350’a girtîgeha Êwînê, bi tometa dijayetî tevî xwedê ji rêya hewldan bo pêşbirina armancên rêxistina Mucahidîn a Xelq ji aliyê rejîma Îslamî a Îranê ve lidarvekirin.