Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Anîna goştê xirab ji derveyê welat ve bûye cihê nigeraniya xelkê Îranê

12:36 - 22 Nîsan 2022

Rejîma Îran û mafiyayên bazirganî ku di destê Spaha Pastaran de ye, goştê xirab û genî û netendirust ji derveyî welat ve bo nav Îranê  tîne û vê yekê jî gelek kes xistine nava nigeraniyê.

Mafiyayên bazirgan ên rejîma Îranê, heyamek e ku dest avêtine bi anîna goştê xirab û genî û ne tendirust û qerisî ji welatê Mexûlistanê.

Gorî wan dêmenên ku di nav torên civakî de hatine belavkirin, ev goştê genî û netendirust û qerisî nayê zanîn ku goştê çi cure ajelekê ye û kengê hatiye kuştin û li sardxanan de hatiye qerisandin.

Di vê derheqê de xelkê nerazî ji wê rewşê dane zanîn, berpirsên rejîmê ti giringiyekê bi ajeldarî û berhema goştê navxweyî nadin û nirxa pez û ajelên welat roj bi rojê dadikeve û hawirdekirina goştê xirab û netendirust ku ji aliyê mafiyayên bazirgan ên rejîmê ve tê anîn, çendîn pîlanên qirêj ên veşartî li pişt in.