Wezîrê Derve yê Amerîkayê, “Anthony Blinken”, roja Sêşemî 30`ê Sermawezê dabû zanîn ku derî bo zîndîkirina rêkkevtina Bercamê digel Îranê bilezgînî di halê daxistinê de ye û “Washington” di halê pêdaçûna bijrdeyên din de ye.
“Blinken” dibêje ku pêşvebirina bernameya Etomiya rejîma Îranê ji aliyê wî welatî ve, arîşe ye bo vê ku bigihine bi rêkkevtinekê.
Navbirî hevdem huşdarî daye rejîma Îranê û gotiye em îznê nadine Îranê ku hevdem hem di danûstandinan de beşdariyê bike û demê qazanc bike û hem jî bernameya xwe ya Etomî pêş bixeş.
Her di vê derheqê de Serkomarê Îsraîlê “Isaac Herzog” tevî vê ku digel Şêwirmendê ewlehiya Koşka Spî ya Amerîkayê hevdîtin kirbû, li ser rûpela xwe ya Tweetê nivîsîbû: “Min li ser vê ku bi her nirxekî be ku em nahêlin rejîma Îranê bigihe bi çeka Navkî tekezî kiriye”.
Dewra heftem a danûstandina zîndîkirina Bercamê çend roj berî niha li ser daxwaza rejîma Îranê hate sekînandin.
Hevdem berpirsên Amerîkayê gotibûn, tevî vê ku Îran bernameya Navkiya xwe bilezgînî ber bi pêş ve dibe, dem gelek kurt e bo zîndîkirina rêkkevtina ku maye.