Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Anthony Blinken: Rejîma Îranê sebebkarê astengiyene bona gihşîtin bi lihevkirina navkî

11:52 - 14 Hezîran 2022

Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê “Anthony Blinken” di hevpeyvînek çapemeniyê de ragihandin, rejîma Îranê bi vemrandina kamerayên navedên Wizaya Navkî danûstandin dijwartir kirine.

Roja Duşemî 13`ê Hezîranê “Anthony Blinken” diyar kir, danûsantandên heyama sala derbasbûyî parek ji rewşa zivrîna bo Lihevkirina Bercamê çareser kirbûn lê, rejîma Îranê bi vemrandina kamerayên navendên wizeya navkî astengiyan çê dike û dibe sebebkar.

Anthony di vê hevpeyvîna xwe de zêde kir: Rejîma Îranê mijarên wisa behs dike ku ti peywendiyek bi danûstanên Lihevkirina Bercamê ve nînin û rejîma Îranê sebekarê negihîştina bi encamê ya Lihevkirinê ye.

Her di vê peywedniyê de, Şêwreya Hukam a Ajansa Navneteweyî ya Wizeya Navkî jî, di heyama hefteya derbasbûyî de di daxuyaniyekê de îşare bi alîkarînekirina rejîma Îranê digel Ajansê kiribû û her di wê daxuyaniyê de îşare bi hin çavkaniyên hebûna madeyên radyoaktîf di navedên navkî yên Îranê de jî hatiyekirin  û rejîm rexne kiriye.

Anthony Blinken got: Em bi dil xatircermin ku Îran ti carî nabe bibe xwediyê çeka navkî û bi hevahengiyek nêzîk digel hevpeymanên xwe yên weke Îsraîlê bona pêşîgirtin ji destpêregihîştina Îranê bi çeka Navkî berdewam dibin.