
Sekreterê Giştî yê Saziya Navnetewî di rapora xwe de daye zanîn ku rejîma Îranê bi eşkere û bi berdewamî di rewşa binpêkirina mafên mirov di Îranê de ye.
Roja Sêşemî, 13ê Çirriya Pêşîn, Sekreterê Giştî yê Saziya Navnetewî, “Antonio Guterres” di raporo xwe de tevî nîşandana nigeraniya xwe ya kûr ji îdamkirin, binçavkirin û serkuta neraziyan û sepandina cezayan li ser jin û zarokan, rexne ji “binpêkirina eşkere ya mafê mirov” di wî welatî de girt.
Deqa rapora “Antonio Guterres” ku di bersiv bo daxwaza kora giştî ya Saziya Navnetewî de hatibû amadekirin li roja Sêşemî, 13ê Çirriya Pêşîn de hatibû belavkirin.
“Antonio Guterres” di rapora xwe de ji serkuta berfireh ya nerizayetiyên meha “Xezelwer û Befranbar” a sala derbasbûyî jî kiriye.
Sekreterê Giştî yê Saziya Navnetewî, ji bikarhatina “tundûtîjiya ji astderketî û li asta kuştinê” ya hêzên ewlehî di hember nerizayetiyan de rexne girtiye.
Di rapora “Antonio Guterres” de îşare bi guhnedana rejîma Îranê bi gotinên Saziya Navnetewî û îdamkirina 280 kesan di sala 2019an de û îdamkirina 13 kesan li berçavên xelkê kiriye, herwisa îşare bi nebûna nadadperwerî û reftarên naberaber jî hatiye kirin.
Herwisa wê raporê mijarên wekî binçavkirinên xweserane û dijwartirbûna rewşa mafê mirov li nexweşiya Koronayê derheq pêrenegihîştina rejîma Îranê bo parastina tenduristiya hepsiyan û nebûna xizmetkariyên pizîşkî û dermanî bo hepsiyên siyasî û herwsa binçavkirina parêzerên jîngehê li xwe girtiye.
Herwisa ji perpirsên rejîma Îranê hatiye xwestin ku tev cudatîdanînên zayendî dijî jinan ragire û kesên ku bi sedema hizra xwe di girtîgehan de ne, bê şert û merc bi lezgînî berdin û daxwaz kirine ku rejîma Îranê tevlî “Konvansiyona rawestandina her core cudatîdanin dijî jinan” bibe.