Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“António Guterres”: Daxwaza çekkirina Hizbulaha Lubnanê kir

13:45 - 5 Gulan 2019

 Kurdistanmedia: Serokê giştî yê Saziya navneteweyî daxwaza çekkirina milîşên Hizbulahê kir.

Li gorî raporên belavbûyî, roja Înê 13`ê Banemera 1398`an(3`ê Gulana 2019`an) serokê giştî yê Saziya Navneteweyî, “António Guterres”  bi îşare kirin bi rewaş niha ya aboriya dewleta Lubnanê digel hebûna hêza Hizbulaha Lubnanê li Sûriyê dijberî kir û got, hebûna Lubnanê di nav şer û pevçûnên  herêm, hem ewlehiya wî welatî û hem jî ewlehiya herêm dixîne metrisiyê.

Herwisa “António Guterres” ragehand ku, careke din ji Hizbulah û hemû girûpên ku li hûndir û derveyî welat çalakiyên leşkerî encam didin daxwaz dikim ku, bi lihevkirina ta`êf û biryarnameya 1559`an ya Şêvra Ewlehiyê ya navneteweyî ku li sala 2004`an, hatiye pesendkirin pêbend bin.

Herwisa navbirî got, ji dewleta Lubnanê daxwaz dikim da ku, Hizbulah û girûpên din yên çekdar di wî welatî de, çek bikin.

Her di vê pêwendeiyê de, di Rezbera sala 1397`an de, ”Amerîkayê Hizbullaha Lubnanê wekî "girûpa cinayetkar a berfirhetir ji sînoran"bi nav kir. û Wezîrê Dadweriyê yê Amerîkayê Hizbulaha Lubnanê, wekî girûpeke çekdar ku ji aliyê rejîma Îranê li Lubnanê piştevanî têkirin, girûpa cinayetkar ya bi navê “M S 13” li Amerîkayê û sê girûpên ku mi`amleyên madeyên sirker dikin, bi awayekî fermî li rêzbenda gefên berfireh yên rêkxistinên bêsînor dabû naskirin.

Herwisa berê jî, li sala 1997`an jî girûpa Hizbulaha Lubnan, ji aliyê Wezareta Karê Derve ya Amerîakyê li nav rêzbenda saziyên terorîstî hatibû xistin.

 Li 16`ê Reşemeha 1397`an Birîtaniyayê jî, Hizbulaha Lubnan xiste nav rêzbenda saziyên terorîstî, û malpera “Bright Sit” jî di vê derheqê nivîsiye ku, “Sacid Cawîd” Wezîrê Navxwe yê Berîtanya di vê baweriyê de ye ku diviyabû girûpa terorîstî a Hizbullaha Lubnanê, ji zû ve bihata qedexekirin.