Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antony Blinken: “Dem bo danûstandinên Bercamê bo Îranê bi dawî tê”

11:29 - 1 Çirriya pêşîn 2021

Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” li derheq dirêjbûna heyama danûstandinên zindîkirin a Bercamê bi rejîma Îranê huşdarî da û ragihand: “Topa Bercamê li erdê Îranê de ye” û dem devedevê bi dawîhatinê ye.

Roja Pêncşemî 30ê Îlonê, Wezîrê Derve yê Amerîkayê “Antony Blinken” tevî huşdarîdan bi rejîma Îranê ragihand: “Dem bo zivirîna Îranê bo lihevhatina Bercamê devedevê bi dawîhatinê ye û berpirsayetiya wê li stuyê Îranê ye û wê carê divê Îran bo wan danûstandinan gavan hilgire”.

Tevî ku heta niha heyama destpêkirina wan danûstandinan ne xuya ye, Birîtaniya , Feranse, Alman, Çîn û Rûsiye rexne ji birêveneçûna bercamê girtine lê rejîma Îranê ti girîngiyek bi rexneyên wan nedaye û tim bo çewtekarî û bidestxistina dem bo bernameya navkî û geşadan bi bernameya mûşekiya xwe, dem heder daye.

Berdevkê Wezareta Derve yê Îranê “Seîd Xetîbzade” di vê derheqê de gotiye ku em heta xulekekê bo zivirîn bo Bercamê bi heder nadin” lê heta niha ti rêkeftek nehatiye diyarîkirin û gotina wê bi tenê çewtekarî ye.