Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antony Blinken: “Îran nêzî bidestveanîna çeka navkî bûye”

12:45 - 26 Gulan 2021

Wezîrî Derve yê Amerîkayê, “Antony Blinken” li derheq bernameya navkî ya rejîma Îranê huşdarî da û ragihandiye ku Îran nêzî bidestveanîna çeka navkî bûye.

Roja Sêşemî 25ê Gulanê, Wezîrî Derve yê Amerîkayê, “Antony Blinken” li serdana bo welatê Îsraîlê li kombûna rojnamevaniya hevpar digel Serokwezîrê Îsraîl “Benjamin Netanyahu” de, tevî huşdarîdan li derheq bernameya navkî ya rejîma Îranê ragihand, ku lihevhatina navkî rêgirî li berdewamiya çalakiyên navkî yên Îranê kiriye.

Herwisa navbirî ragihand: “Li navbera Tel Aviv û Washingtonê de lehaevhatinek heye ku pêka wê lihevjhatinê, ew 2 welat li dijî destpêregihîştina Îranê bi çeka navkî ne”.

 “Benjamin Netanyahu” tevî nîşandana nerizayetiya xwe li derheq tevlîbûna Amerîka bi Bercamê tekezî kir ku, dibe Amerîka li tevlîbûn bi bercamê xwe biparêze.

Herwisa“Benjamin Netanyahu” ragihand: “Ez bi micid û eşkere dibêjim ku hêvî dikin Amerîka tevlî Bercamê nebe, li ber vê yekê ku em li ser wê baweriyê ne ku ew lihevhatina berê bo Îranê rê xweş dike ku bi rawtîdana navnetewî, bo xwe çebilcaneya çekên navkî çê bike”.

Serokwezîrê Îsraîlê bi tekezî ragihand: “Amerîka tevlî Bercamê bibe an nebe, em dê her karekî bona rêgirî ji bedestveanîna çeka Navkî ji aliyê Îranê ve bikin”.

Îsraîlê bi caran û bi micidî û eşkere ragihandiye, ku bi ti awayekî îznê bi rejîam Îranê re nade ku çeka navkî berhem bîne.