Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antony Blinken: “Li derheq bi encamgihîştina danûstandinên Bercamê geşbîn nînim”

18:22 - 7 Nîsan 2022

''Wezîrê Derve yê Amerîkayê “ Antony Blinken” li roja Çarşemî 6ê Nîsanê, gotiye: “Li derheq rêkkevtina zindîkirina Bercamê digel rejîma Îranê gelek geşbîn nînim”.

Navbirî di hevpeyvîn digel kanala “NBC”ê de li bersiva pirsiyarek li derheq Spaha Pasdarn gotiye: “Ew wê rêkxiravê bi rêkxiravek terorîstî nas dike”.

Herwisa Wezîrê derve yê Amerîkayê ragihand: “Tevî wan hemû hewlên ku me bo bi encamgihîştina Bercamê encam dane, li paşeroja danûstandinên Bercamê gelek geşbîn nînim û di rastiyê de bawera min ev e ku ew lihevkirin bo ewlehiya me baştir e … divê bizanin ka dê bikarin bi encamekê bigehînin an ne.

Di wê derheqê de, Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî li roja Çarşemî 6ê Nîsanê ragihandibû: “Îran hemû alav û sîstemên çêkirina alavên santrîfiyûjên xwe ji binkeya navkiya Kerecê bo navendek mezintir a bi navê “Netenz”ê veguhastine.

Weguhastina wan alavan di halekê de hatiye ragihandin ku Îran heta şeş heftiyan berî niha, bas ji bi rêxistina binkeyek din bo berhemanîna wan alavan li bajarê Îsfehanê kiribû.

Kompaniya Teknolojiya Santrîfiyûjên Îranê(TESA) ku di bajarê Kerecê de ye, li destpêka meha Pûşpera sala derbasbûyî kevte ber êrîşê û Îranê ew êrîş xiste stuyê Îsraîlê.

Ji aliyek din ve berpirsiyarê nûneratiya hertimî yê rejîma Îranê li rêkxiravên navnetewî li bajarê “Viyen”ê gotiye ku kamêrayên çavedêrî yên “Ajansa Navnetewî ya Vizeya Navkî” ji meha Rêbendanê ve li navenda nû ya berhemanîna alavên santrîfiyûjê li bajarê Îsfehanê hatine danînê, lê Îran zaniyariyên li wan kamêrayan heta bi encamgihîştina danûstandinan radestî Ajansê nake.