Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Antony Blinken li derheq kiryarên têkderan yên rejîma Îranê li Rojhilata Navîn de digel Naftali Bennet axavit

18:58 - 22 Hezîran 2022

Roja Çarşemî 22`ê Hezîranê Wezîrê Karê Derve yê Amerîkayê Antony Bliken bi rêya telefonê digel Naftali Bennett Wezîrê Karê Derve yê Îsraîlê, li derheq kiryarên terorîstî û dijî ewlehiya herêmê yên rejîma Îranê de axavit û nîgeraniya xwe nîşan da.

Antony Blinkent li ser tora civakî ya Twtter ya xwe nivîsiye ku, herdu aliyan li derheq nifûza şerane ya rejîma Îranê li Rojhilata Navîn û herwisa peywendiyên bihêz û stratîjîk  yên hevpar yên di navbera Amerîka û Îsraîlê de tekez kirin e.

Ev heyama çend salane ku Îsraîl binke û stargehên Spaha Pasdaran terorîst û girûpên terorîst yên girêdayî wê rejîmê di Sûriye, Îraq û navedên navkî yên rejîmê li hudrî Îranê bombebaran dike.

Rejîma terorîstperwer a Îranê bi dabînkirina çek û teqemeniyan û herwisa dabînkirina aboriya girûpên terorîstî, ewlehiya welatên li herêma Rojhilata Navîn xistiye metrsiyê de.