
Kurdistanmedia: Pîlanên rejîma Îranê yên bo devrlêdana dorpêçên Amerîkayê û valahî çêkirina di navbera Amerîka û Ewropa hildiveşe.
Li gorî nûçeya “Rouyterse”, “Anwar Gargash” Wezîrê Şêvirmendê Karê Derve yê “Emarata Yegirtî a Erebî”, roja Yekşemî 3`ê Rezberê, hişdarî da welatên Ewropî, ku gelaleya van bo armanca “rê û ciheke Taybet” bo devrlêdana dorpêçên Amerîkayê de, herçend ku, hêviyekê dide bi rejîma Îranê, lê di dawiyê de rêçareyeke tund a Amerîakyê li hemberî vê rejîmê de ye, û hewlên van poç dike.
Navbirî di berdewamiya axavitnên xwe de bas ji vê kiriye ku, nîgeranê aloziyên di navbera Firansa, Birîtaniya û Alman yên digel Amerîkayê ne, ji ber lihevkirina navikî a bi navê Bercamê.
Gargash di beşeke din a axavitnên xwe de îşare bi vê jî kiriye ku, ev 3 welatên Ewropî derheq çalakiyên navikî yên rejîma Îranê, sekinandina bernameyên mûşekî û dawî anîn bi çalakiyên vê rejîmê di deverê de hevdeng û hevbîr in.
Wezêrê Şêvirmendê Karê Derve yê “Emaratê”, di vê derheqê de pêdagîrî jî kiriye,ku dibe em kêmtirîn demî de dawiyê bi van aloziyan bînin, ku berpirsên rejîmê derheq van bernameyan de hesab li ser kirine û dixwazin ji vê rê ve di navbera Amerîka û welatên Ewropayê de, valahiyê çê bikin.
Nigeraniyên “Anwar Gargash” ji wir tên ku, Wezîrê Karê Derve yên welatên wekî, Çîn, Alman, Îranê û “Federica Mogherini” berpirsa payebilind a siyasetên Derve ya Yekîtiya Ewropayê, di daxuyaniyekê de ragehandiye ku, di hewla vê de ne da ku bo pêdana deynên bankî, hêsankarî di warê malî û alîkariya malî bi rejîma Îran û devr lêdana dorpêçên Amerîkayê de, rêçareyek û mikanîzmeke bicî peyda bikin.