
Kurdistanmedia: Bername û “Application”a taybet bi mobaylê di nav xelkê Kurdistana Îranê de tê belavkirin, û wisa nîşan didin ku ew “Application” a malperan û ragehandina PDKÎ ye.
Li gora nûçeyekê ku gihîştiye malpera “Kurdistanmedia”yê, bername û “Application” a taybet bi mobaylê, di nava xelkê Kurdistana Îranê û bi taybetî kesên çalak li “Digital media” û torên civakî de hatine belavkirin, ku gotina ew “Application” ya malpera “Kurdistanmedia”yêê û Dezgeha Ragehandina Giştî ya PDKÎ ye.
Li gora zanyariyan dema ku kesek van cure “Application”an dadinê, pirogramên mobaylê, hejmara telefonên ser mobaylê, û peyamên wê, û hemû pêwendiyan werdigre, û dixe bin çavdêriyê de. Herweha hemû wêne û peyam û tiştên ser mîmorî û mobaylê werdigre, û deskarî dike, û bo cihên nenaskirî dişîne.
Ew cure “Application”ên biguman, ji aliyê dezgehên sîxorî, û îtila`atî ên rejîma Komara Îslamî ve têne çêkirin, û di nav xelkê de têne belavkirin, da ku karê ajantî û dijîmirovahiyê pê bikin.
Di vê derheqê de Kerîm Perwîzî berpirsê Dezgeha Ragehandina Giştî ya PDKÎ ragehand: “Em wekî PDKÎ tu cure “Application”eke taybet bi mobaylê çi bo sîstema “Android” yan “IOS” li ser dezgehên “Apple”ê me dîzayn nekirine, û me bi kesê jî negotiye, tiştên weha bo me çê bikin”.
Navbirî herwisa got jî: “Em dizanin ku Komara Îslamî di torên civakî û bernameyên taybet bi mobaylan û torên civakî de, bi hemû awayekî mijûlî karê ajantî û xapandinê ye, û ew cure “Application”an çê dike, lewra me tu “Application”ek dîzayn nekiriye, û bi kesê jî me ranegehandiye ku karekî weha ji me re bike. Jiber ku me hewl daye ku pêşiya mifahwergirtina bêcî ya dezgehên rejîmê bigrin, ku bi navê me “Application”ê çê dike, û dixwaze alîgir û hogirên xebata neteweyî-demokratîk ya Kurdistana Rojhilat bixe davê”.
Herweha dibêje: “Em daxwazê ji hemû çalakan dikin, di vê derheqê de hişyar bin, û nekevin dava dezgehên Komara Îslamî. Her cure zanyariyek jî di vê derheqê de hebûn, bi Dezgeha Ragehandina Giştî ya PDKÎ ragehînin”.
Hewceyî baskirinê ye ku rejîma Komara Îslamî di torên civakî û tora înternetê de, bi berdewamî mijûlî karê ajantî û dijîmirovî ye, û di mînaka herî nû de, nûçegihaniyên cîhanî, bas ji xirabkariyên Komara Îslamî di vê derheqê de kirine.