
Roja Sêşemî 28`ê Banemerê girtiyê siyasiyê Kurd “Aran(Mecîd) Tîbaş” xelkê bajaruka “Dizê”ya ser bi devera “Mirgewer” piştî lêbihorîna hêza dadwerî ya rejîma Îranê bi hilkefta cejna Remezanê, ji girtîgeha bajarê Urmiyê hate azadkirin.
ew girtiyê siyasî di heyama binçav kirina xwe de bo car 1ê li roja Yekşemî 12`ê Banemerê ji girtîgehê bo murexesiyê hatibû şandin.
Roja Duşemî 17`ê Pûşpera sala 1398`an ew welatiyê Kurd ji aliyê hêzên dadweriyê ve hatibû binçavkirin û bo derbaskirina cezaya li ser sepandiya bo girtîgeha bajarê Urmiyê hatibû veguhastin.
Li meha Reşeme ya sala 1397`an de, ew ciwanê Kurd li taya 3 a dadgeha şoreş ya bajarê Urmiyê bi serokayetiya dadver “Necefî”, hatibû dadgehîkirin û bi tohmeta “endambûn û banghêjî bo yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê” 5 sal girtîgeha te`izîrî li ser de hatibû sepandin.
Piştî nerizayetînîşandana navbirî bi hukmê sepandî yê dadgeha destpêkî, ew cezaya sepandî li dadgeha pêdaçûnê de bi 4 sal girtîgehê hatibû kêmkirin.
Roja Pêncşemî 27`ê Befranbara sala 1397`an de, “Aran (Mecîd) Tîbaş” piştî bi dawîhatina heyama lêpirsînê, bi awayekî demkî û heta bi dawîhatina qonaxên dadwriyê, hatibû azadkirin.
Ew ciwanê Kurd li 5`ê Befranbara heman salê de bi tohmeta “peywendî digel yek ji Partiyên Kurdî yên dijberê rejîma Îranê” bo “Stada Xeberî” ya îdareya Îtila`ata bajarê Urmiyê hatibû gazîkirin û piştre hatibû binçavkirin.
Li Sala 1391`an de, ew ciwanê Kurd pêka biryara parastina zanîngeha “Êlmî – Karbordî” ya bajarê Urmiyê ve, bi sedema wê yekê ku li ser şaşeya laptapa wî wêneya alaya Kurdistanê hebû û di kombûna zanistî de li ser projektorê hatibû nîşandan, ji dersxwandinê hatibû bêparkirin.
Li Sala 1392`an de jî, ew ciwanê Kurd ji aliyê hêzên ewlehî ve hatibû binçavkirin û piştre hatibû azadkirin.