Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

“Argentina”ê daxwaz kir da ku terorîstên rejîma Îranê bêne radestkirin

12:27 - 28 Îlon 2018

Kurdistanmedia: Welatê  “Argentina”ê dîsan daxwaz ji welatên hevalbendên xwe kir, da ku karbidestên payebilind yên rejîma Îranê, ku encamderên kiryara terorîstî ya “Amya”yê bûne, piştevaniyê jê nekin û wan dadgehî bikin.

Li gorî raportên belavbûyî,  “Mauricio Macri” serkomarê “Argentina”ê, daxwaz ji welatên hevalbendên xwe kir da ku, karbidestên  terorîst yên rejîma Îranê ku dest di teqîna navenda  “Jeush” de hebûye, wan ceza bidin.

Serkomarê welatê “Argentina”ê ev daxwaza  dîsan li bajarê “New York” a Amerîkayê de rû li welatên cîhanê anî ber bas.

Di Pûşpera îsal de, Wezareta Karê Derve ya “Argentina”ê, daxwaz ji “Moscow” yê kiribû ku, Elîekber Wilayetî bi tohmeta desthebûna di teqîna navenda “Jeush” ya li “Buenos Aires” de ku di sala 1994`an, de çê bû, destbiser bike.

Li rêkefta 27`ê Pûşpera 1373`an, (18`ê Jolaya 1994`an) teqîneke terorîstî di navenda hevkariyê ya du aliyên “Argentina”ê û Îsra`îlê (Amya) çê bû, ku bi sedema vê teqînê 85 kes hatine kuştin û 300 kesên din jî birîndar bûn.

Di encama  şopandina derheq zelalkirina encamderên vê kiryara terorîstî, dadgeha “Argentina”ê jî, rayedarên rejîma Îranê tometbarê serekî dane naskirin, ku ji riya Hizbulaha Lubnanê ve ev kiryara encam dane.

 Di vê dadgehê de, Ekber Wilayetî, ku Wezîrê Karê Derve yê wê serdemê yê komara Îslamî ya Îranê bûye, bi sedema bikaranîna rengekî taybet ji vê komkujiyê, û belavkirina tirs û hovîtiyê di nav xelkê de, tawanbar û terorîst hatiye naskirin.