Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arîşa ku di sîstema Pomp benzînan de hatî pêş, bi hegera êrîşa saybêrî bûye

11:14 - 27 Çirriya pêşîn 2021

Roja derbasbûyî sîstema kartxwana Pomp Benzîna seranserî Îranê ji kar kevt û heya nihajî li piraniya bajaran ev arîşe nehatiye çareserkirin.

Roja 26`ê Çirriya pêşîn a 2021an, sîstema kartxwana pomp benzînên seranserî Îranê ji kar kevtin, û wê yekî pirskirêkên mezin bo xelkê welat anî pêş, bi awayekî ku nirxa lêtrek benzîna azad heya 10 hezar Tûmenî hate firotin.

Deshilatdarên rejîmê sedemê ji karkevtina sîstema Pom Benzînên seranserî welat , êrîşa saybêrî dane zanîn.

Ebulhesen Fîrozabadî serokê navenda “Fezaya Mecazî” di bernameyekî Televîzyonî de go: Jikarkevtina sîstema di tora parkirina Benzînê, vedigere bo ser êrîşa saybêrî bo ser sîstema dîcîtaliye kartxwanê û egera hindê heye ku ev êrîşa saybêrî ji aliyê welatekî bîhanî ve hatibe kirin.

Ji karkevtina sîstema kartxwana Pom Benzînan li deve devê salvegera serhildana meha Xezelwerê de bû ku xelkê Îranê 2 salan berî niha wê mehêde bi sedema zêdekirina nirxa benzînê ji aliyê rejîmê ve, xwenîşandan kirin ku rejîmê hezaran kes ji xwenîşanderan kuştin.

Herçiqas deshilatdarên rejîmê ji tirsê nerizayetiya xelkê radigehînin ku sîstem kevte kar û arîşe çareser bû, lê heya amade kirina wê nûçeyê li piraniya bajaran de Benzîn destnakeve û kêşe çareser nebûye.