Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arîşe û kêşa di navbera Ukrayînê û Rûsiyê her diçe mezintir dibe

12:29 - 18 Şibat 2022

Di demekê de ku gefên Rûsiyê bona êrîşa bo ser Ukraynê berdewamin û hemî cîhan xistiye nava nîgeraniyê, Amerîka egera sinaryoya Rûsiyê li şêwra tenahiya rêkxistina netewên yekbûyî de şirove kir.

Roja Pêncşemiyê Antonî Bilînkên wezîrê karûbarê derwe yê Amerîka li civînekî şêwra tenahiya rêkxistina netewên yekbûyî de, basê egera çawaniya êrîşa Rûsiyê bo ser Ukrayînê kir.

Antonî Bilînkên herwisa li civîna Şêwra tenahiyê de ragihand ku Amerîka herwisa berdewame li ser cehdên xwe yên dîplomatîk bo evê ku bikara berahîka qewimîna şer bigre.

Di wê civînê de wezîrê derwe yê amerîka bi berfirehî mijara kêşa Rûsiyê û welatên rojavayî li derheq pirsa Ukraynê şirove kir.

Wî basê hindê kir ku li egera heçî êrîşekî Rûsiyê bo ser Ukraynê dê çi biqewime, û cîhan dê rastî çi agirekî mezên têt ku renge temirandina wî agirî gelek sanahî nebe.

Bilînkên herwisa got ku Rûsiye bona destpêkirina şer û êrîşa bo ser Ukraynê hêcetên digre, bo mînak hêcetên wekî encamdana kiryarên terorîstî li Rûsiyê de, peydakirina gorên bikom, yan êrîşa Kîmiyayî, tîne ber bas.

Bilînkên ragihand ku piştî wan sinaryo û hêcetên direwîn, Rûsiye dê daxwaza civîna bi leze şêwra tenahiyê bike û dê daxwaza biryara êrîşê bo ser Ukraynê bike, hekî şêwra tenahiyê biryarê nede, Rûsiye dê êrîşê bikete ser Ukraynê.