Kurdistanmedia

Malpera Navendî a Partiya Demokrat Kurdistana Îranê

Arîşe û pirsgirêkên aborî yên Îranê bi “Adam Smith” jî nayên çareser kirin

18:57 - 28 Tebax 2018

Kurdistanmedia: Yek ji moreyên berê yê mecilsa rejîma Îranê, derheq arîşe û pirsgirêkên aborî  yên rejîma Îranê daye xuya kirin ku: Hekî  “Adam Smith” jî sax be, nikare arîşe û pirsgirêkên aborî  yên Îranê çareser bike.

Nûçegihaniyên rejîma Îranê, ji zarê wî nûnerê berê yê rejîma Îranê belav kirine, her niha bi guherîn û vêdedana birêveberên hikûmetê jî nikarin kirîzên Îranê çareser bikin û reh û rîşeya arîşe û pirsgirêkên  aboriya Îranê siyasetên derve û navxweyî ne.

 “Daryûş Qenberî” bas ji vê yekê jî kiriye ku, bi rastî kêşeya aborî ya Îranê,  bi çend rêçareyên aborî çê nab in, û heta “Adam Smith” jî sax be û bê, dîsan nikare rewşa aboriya Îranê çareser bike.

Pirsgirêkên aborî û kirîzên  ku niha pêşiya rejîma Îranê girtine, û berpirsên rejîmê rastî sergêjiyê  kirine û berpirs pirsgirêkan dêxînine stûyê yektir.

Di meha Pûşpera îsal de, rêberê rejîma Îranê, di civîneke veşartî de ji berpirsên rejîmê re destûr dabû, da ku odeyekê bi navê “odeya şerê aborî” avabikin.

Armanca “Xamineyî” ji avakirina odeyek bi wî rengî, pêkanîna şêvra hevahengî a aborî ragehandibû û bas ji vê kiribû ku: Li gorî hewce biryar û xalên ku tên pesendkirin ji aliyê navibrî ve ji bo cara dawiyê wê bên pesend kirin.

Rêberê rejîmê wezîfe û karên vê odeyê bi vî rengî destnîşan kiriye: “Sermayedanîn, kontrolkirina helavesîn, pêkanîna kar û Pîşe, baştirkirina rewşa pêkhatî ya bank û mijarên pêwendîdar bi berhemanînên neteweyî”.

Ev heyama salan e ku rejîm wan destûr û siloganên bi vî rengî yên çewtekirî dixîne berçavên xelkê bêzarbûyî yê Îranê, lê ev heyama 4 dehkan e ku desthilatdariya vê rejîmê qet bi kiryar nebûye, û tenê ji bo domandina desthilata xwe û dilxweşkirina xelkê, ev odeya poç û vala bi naveke wiha mezin avadikin.