Deshilatdarên welatê Arjantînê, diyarîkirina Muhsin Rizayî wekî cêgirê abûrî yê serkomarê rejîma Îranê, ji aliyê Îbrahîm Reîsî ve bi tundî şermezar kir.
Roja 26ê Tebaxa 2021 an piştî evê ku hate ragihandin ku Îbrahîm Reîsî, di hikmekê de Muhsin Rizayî wekî cêgirê karûbarê abûriye xwe diyarî kiriye, deshilatdarên welatê Arjantînê danana terorîstekî wekî Rizayî ku dest di teqîna terorîstiye Boynês Ayrêsê de hebûye, bi tundî mehkûm kir.
Muhsin Rizayî wekî yêk ji biryarder û encamderên teqîna navenda Cihûyên Arjantînê di dadgehê de hatiye tavanbar kirin û hikmê giritina navnetewî li ser hatiye danê, û berpirsyarê kuştin û birîndar kirina sedan kes ji xelkê Arjantînê ye, lewma deshilatdarên arjantînê danana wî terorîstî bo cêgirê Reîsiyê mirov kuj, şermezar kirin.
Çend rojekan berî niha jî dema ku pastarê terorîst Ehmed Wehîdî wekî Wezîrê nevxweye kabîna Reîsî hate nasandin, dîsan dewlet û deshilatdarên Arjantînê danana wî terorîstî wekî wezîr şermezar kirin, Ehmed Wehîdî jî dest di teqîna navenda Amiya yê de hebû û di dadigehê de wekî tawanbar hatiye naskirin û hukmê girtina navnetewî li ser hatiye danê.