Rejîma Îranê di danûstandinên xwe ên nû de li derheq bercamê, lihevhatinên xwe ên 6 dewreyên berê digel wellatên Eropayê red kirine û bi wî awayî hewla qazanckirina dem dide.
Roja Duşemî 13ê Kanûna Pêşîn, Dîplomatên payebilind ên welatên Feranse, Alman û Birîtaniya ku di danûstandinên li dergeq zindîkirina bercamê de mijûlê danûstandin digel heyeta rejîma Îranê ne bi belavkirina daxuyaniyek hevpar ragihandine: “Bi berçavgirtin a geşekirina lezgîn a pîşeya navkiya Îranê, Bercam di demek kin de pûç dibe.
Herwisa wan dîplomatan di wê daxuyaniyê de tevî îşarekirin bi xweşbînnebûna xwe li derheq zindîkirina Bercamê ragihandine: “Heta wê demê me hêj nekariye bigîhîjn bi qonaxa danûstandinên bingehîn û biryarên nû ên Îranê, li dijî Bercamê û heta zêdetir ji wê lihevhatinê ne”.
Rejîma Îranê di 7emîn dewra danûstandinan de tevahiya lihevkirinê xwe ên li 6 dewrên danûstandinan de red kirine û wekî henekkirin bi wan danûstandinan niha daxwaza poenên zêdetir jî dike.
Nûnerê rejîma Îranê di danûstanmdinên Bercamê, “Elî Baqirî Kenî” bi çewtekarî dixwaze bi encamnegihîştina danûstandinên Bercamê bixê stuyê beşek ji aliyê danûstankarên Ewropayî.
Rejîma Îranê bi awayekî henekên xwe bi Bercam û danûstandin digel welatên Ewropayê dike û beşdarî di wan danûstandinan de bi tenê bi armanca qazanckirina dem bo geşedan bi bernameya navkî û mûşekiya xwe bo berhemanîna çeka navkî ye.